Derbarê keça Kurd Jîna Emînî de ji AK Partiyê yekem daxuyanî

21-09-2022
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Bulent Arinç AK Parti
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bulent Arinç li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî got “Ez êşa gelê Îranê û malbata Mahsa Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat binçavkirin, di encama muameleya xerab de jiyana xwe ji dest da bû parve dikim.”

Yek ji damezirînerê AK Partiyê û Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç, der barê keça Kurd Jina Emînî ya ku li Îranê di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da û çalakiyên piştî wê destpê kiribûn de daxuyanî da.

Arinç anî ziman ku ew êşa malbata Emînî parve dike û xwepêşandanan ji nêz ve dişopîne.

Arinç di parvekirina li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de wiha got:

“Ez êşa gelê Îranê û malbata Mahsa Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat binçavkirin, di encama muameleya xerab de jiyana xwe ji dest da bû parve dikim.”

Bûyerên ku piştî mirina Emînî û wek #IranProtests tên binavkirin dest pê kirinê ji nêz ve dişopînim.

Paşguhkirina maf û azadiyên şexsî, bi armanca bidestxistina mekanizmayên dewletê bi pêkanîna zilm û çewisandinê, ne bi rûmeta mirovî û ne jî bi hiqûqê re li hev nake.

Tu kes ji ber bawerî, nasname û şêwaza jiyana xwe nayê cudakirin, darizandin û cezakirin. Divê demildest dest ji feraseta dijber bê berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst