Ayhan Bilgen: Ji bo pirsa Kurd amajeyên destpêkirina proseyeke nû zêde bûne

21-06-2022
RÛDAW
Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bilgen
Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bilgen
Nîşan Ayhan Bilgen Pirsa Kurd Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bilgen got, dibe ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê destpê bike.

Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bilgen beşdarî bultan Rûdawê ya teybet bo Bakur bû û diderbarê pêvajoyeke çareseriyê ya nû de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Ayhan Bîlgen diyar kir ku mirov pirsgirêkê tenê weke mijara Ocalan û tenê wek mijara siyaseta Kurd bibîne wê kêm be û got “Ev demeke dirêj e ez siy siyasetê de me. Di encamê de hem nirxandin û hem jî hin agahî ji cihên cuda tên parvekirin hene, ji ber vê yekê, her çend di destê me de daneyên taybetî, rast û berfireh tunebin jî, em dizanin ku hinek hewldan û însiyatîf hene. Wekî din, hin ji wan jixwe vekirî tênîn ziman. Mînak nûnerên hikûmetê bi eşkereyî dibêjin ku divê beriya sala 2023’an Tirkiye bibe xwedî makeqanûneke demokratîk.

Yanî makezagoneke ku dest nede pirsgirêka Kurd, ji pirsgirêka Kurd derbas bike, wê çi çareser bike an jî em dizanin ku di derbarê mafên kurdan yên zimanê zikmakî de hin hewldan hene. Ew jixwe wê bi gelemperî parve dikin. Weke mînak Wezareta Rewşenbîrî ji bo çapkirina hin berhemên Kurdî yên klasîk hewl dide. Ji ber wê yekê pirsgirêk tenê weke mijara Ocalan û tenê wek mijara siyaseta Kurd bibîne wê kêm be. Helbet divê ev stûn jî hebe, lê divê bi mafên çandî û pîvanên makezagona demokratîk re bi hev re bi mijarê re mijûl bibe. Di vê wateyê de ez dikarim bibêjim ku lêgerînek we heye.”

“Ez bawer nakim ku Ocalan wek berê bibe aktorek pir xuya”

Bîlgen diyar kir ku gavên ji bo çareseriyê bên avêtin divê ji aliyê partiyên opozîsyonê ve jî bên destekkirin û wuha berdewam kir

Kî gavekê biavêje, niyeta wî çi dibe bila bibe, çi ji bo hilbijartinê be, çi ji bo din, divê her gav bên piştgirîkirin. Erka opozîsyonê rexnekirina kêmasiyan e. Erka wan tiştên ku heta niha nehatine kirin bikin mijara nîqaşê. Yanî ez nafikirim ku Ocalan di vê pêvajoyê de wek berê bibe aktorekî pir xuya û muzakere bi raya giştî re were parvekirin. Ji ber vê yekê dibe ku ev ne wek pêvajoya 2014-15’an be. lê di dawiyê de girseyek heye ku girîngiyê dide Ocalan û gotinên wî hêja dibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst