CHP û DEM Partiyê qeyûm protesto kirin

05-11-2024
Nîşan CHP DEM Partî Qeyûm Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterên CHP û DEM Partiyê tayînkirina qeyûman protesto kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Parlamenterên CHP û DEM Partiyê îro li Meclisê di Komîsyona Plan û Budeceyê de ev biryar protesto kir.

Parlamentaran pankartên bi nivîsên, “Qeyûm derbeyek e li ser îradeya gel”, “Ji budceya qeyûm re na”, “Ne qeyûm, dê sindok paqij bike” hilgaftin.

Parlamenterên CHP û DEM Partiyê beriya pêşkêşiya Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Osman Aşkın Bak dest bi protestoya xwe kir.

Parlamenterên CHP û DEM Partiyê di axaftinê de tayînkirina qeyûman rexne dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst