Mihemed Yakut kî ye û niha li ku derê ye?

20-04-2023
RÛDAW
Nîşan Muhammed Yakut Sedat Peker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muhammed Yakut ê ku herî dawî bi videoyên ku li ser Youtubeyê bar kirine bûye rojev, hat zanîn ku ew niha li Almanyayê ye. Di derbarê Yakut de mijara herî zêde tê meraqkirin ew e ku gelo têkiliya wî bi Sedat Peker re heye yan na? Li aliyê din tê îdiakirin ku derbarê Yakut de 14 dosyeyên tawanan  hene.

Muhammed Yakut ku bi navê “Deliler Delisi (Dînê Dînan)” li ser Youtubeyê dest bi belavkirina videoyan kiriye, di van rojên dawiyê de bûye yek ji kesên ku herî zêde behsa wî tê kirin.

Hesabê wî hat girtin

Muhammed Yakut ku bi îdiayên xwe yên li ser siyaseta Tirkiyê bûye rojev, hesabî wî yê Youtube hatiye girtin. Lê Yakut ji hesabekî din dest bi belavkirina videoyan kiriye û hat zanîn ku ew niha li bajarê  Giessenê yê Almanyayê ye.

Medyaya Tirkiyê ragihand ku Yakut di 6ê Nîsana 2023an de bi rêya Deriyê Sînor Kapikule yê Edirneyê ji wî welatî derketiye.

Yakut di videoyên xwe de dibêje ku têkiliyên wî bi mafyagerên li Tirkiyê yên weke Sedar Peker, Sarallar, Şahînler, Zazalar, Çakici, Çakirlar, Atmaca re hene.

“Sedat Peker ê Amedî”

Derbarê Yakut ku bi zimanê Tirkî devoka Amedê diaxive û teqlîda Sedat Peker ê dike, di medyaya Tirkiyê de de agahiyên berfireh tune ne. Lê tê gotin ku berê Serokê Lijneya Rêvebiriya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Plastîkê bûye.

Her wiha Muhammed Yakut dibêje ew biraziyê Serokê berê yê Diyarbekirsporê Abdurrahman Yakut e. Di videoyên wî de formayê Diyarbekirsporê xuya dike..

Bi xwe behsa tawanên kirine kir

Dema ku xwe dide nasîn dibêje ku ew kurê Hasan Yakut e û dema ku li Enqerê dixwest zêran mamê xwe Haci Yilmaz Yaskut û jinbiraya xwe  bifiroşe, li zêringer tê girtin.

Yakut ê 51 salî diyar dike ku wî li Lîseya Anadoluyê ya Ataturk xwendiye û dibêje ku sûcê wî yê duyemîn birîndarkirin û sûcê wî yê sêyemîn jî xesepkirin e.

Di sala 2012an de jî Yakur  bi hinceta ku xwediyê Şîrketa Petrokîmiya Denîzatî ya navçeya Korfezê revandine, hatibû girtin.

Li gorî nûçeya Medya Radarê, derbarê Yakut de 14 dosyeyên sûcên weke talankirin, dizî, sextekarî, şantaj û gefxwarinê hene.

Heta niha ti belge pêşan nedane

Muhammet Yakut îdia dike ku der barê tiştên dibêje de belge hene, lê heta niha tu yek ji wan belav nekiriye.

Yakut jî mîna Sedat Peker, Suleyman Soylu, Mehmet Agar û Bînalî Yildirim û Hayatî Yazicî dike hedef.

Yakut her wiha îdia dike ku ew siyasetmedar û karsazên ku navê wan dane, wî ji nêz ve nas dikin. Kesên ku behsa wan kiriye heta niha ti daxuyanî nedane.

Têkiliya bi Sedat Peker re

Îdiaya ku Yakut li ser navê Sedat Peker ku li Îmaratê di bin "tecrîta dîjîtal" de ye jî di rojevê de ye. Ji ber ku Peker berê gotibû ku ew dê beriya hilbijartinan hinek tiştan belav bike.

Yakut her çend dibêje ew hevalê nêzîk ê Sedat Peker e, lê parêzer Ersan Barkin got ku ti peywendiya Sedat Peker bi wan îdiayên Yakut re nîne.

Lê belê Barkîn bi gotina "Hevalê Sedat Peker ê 25 salan e. Zarokên wî jî diçûn heman dibistanê" Yakut piştrast kir ku ew û Sedat Peker hevalên hev in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst