Li Muglayê belemeke koçberan bin av bû: 4 mirî û 10 birîndar

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Koçber Mugla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Muglayê yê Tirkiyeyê belemeke koçberan bin av bû, li gor zanyariyan 4 koçberan canê xwe ji dest da, 10 birîndar bûn û 28 koçber jî hatin rizgarkirin.

Li navçeya Datçayê ya Muglayê grûpeke koçberên ku hewl dida bi belemeke lastîk biçin welatên Ewropayê, pêwendî bi hêzên deryayî yên Tirkiyeyê kirin ku av ketiye nav belema wam û  daxwaz kirin ku bi hawara wan ve biçin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Fermandariya Peravan a Muglayê çûn cihê bûyerê.

Tîman 28 kesên ku li ser belemê mabûn rizgar kirin.

Herwiha 10 koçberên birîndar ên di nav deryayê de jî derxistin.

Hat ragihandin ku di encama lêgerînan de tîman cenazeyên 4 koçberan jî ji deryayê derxistine.

Heta niha nehatiya ragihandin ku koçberên di wê belemê de ji kîjan welatî ne.

Tîman koçberên ku hatine rizgarkirin birin navenda koç û koçberan û cenazeyê 4 koçberan jî birin bijîşkiya dadî.

Serdozgeriya Komarê ya Datçayê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û 2 kes bi gumana qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Li aliyê din tîmên Fermandariya Peravan li navçeyên Çeşme û Seferhîsarê jî di 4 beleman de 137 koçber di nav deryayê de desteserkirin.

Li navçeya Karaburunê jî belemeke koçberan di nav deryayê de têk çû û tîman 21 koçberên di wê belemê de jî rizgar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst