Li Muglayê 138 koçber hatin desteserkirin

10-11-2023
Nîşan Mugla Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê, doh di Deryaya Egeyê de 138 koçber hatin desteserkirin ku berê wan li Ewropayê bû.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Tirkiyeyê, ev 138 koçber li navçeya Bodrumê li nav Deryaya Egeyê di nav çend beleman de hatine desteserkirin.

Her 138 koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Muglayê hatin kirin.

Herwiha di operasyonê de welatiyekî Tirkiyeyê jî bi tohmeta “qaçaxçitiya koçberan” hat desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst