ÎZMÎR- Belema koçberan binav bû: Gelek mirî û winda hene

13-11-2023
Nîşan Koçber Îzmîr Belem Winda Binavbûn Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşmeyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, belema ku koçber tê de bûn, ji ber firtoneyê binav bû.

Heta niha 7 koçber rizgar bûne û 5 koçberan jî canê xwe ji dest daye.

Berpirsê Komele û Karûbarên Medyaya Koçberan Deysem Sitî ji Rûdawê re got, li gor zanyariyên li ber destê wan 12 kes di belemê de bûne.

Li aliyê din, Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê da zanîn ku di belema binavbûyî de 13 kes hebûne.

Deysem Sitî destnîşan kir ku li gorî agahiyên gehiştine destê wan, 7 kes hatine rizgarkirin û niha li nexweşxaneyê ne.

Li gorî Deysem Sîtî, 12 kes di belemê de bûne ku 5 ji wan xelkê Sûriyeyê, 2 xelkê Filistînê û 5 kesên din jî xelkê Afrîkayê bûne.

Herwiha 3 ji Sûriyeyiyan xelkê Dêrezorê, yek xelkê Helebê û yek jî Kurd e.

Heta niha nayê zanîn ew koçberê Kurd ji kîjan bajarî ye.

5 kes winda ne

Deysem diyar kir ku li gor agahiyên li ber destê wan 5 kes winda ne got:

“Ez bixwe niha diçim nexweşxaneyê. Min agahî ji koçberekî Filistînî yê rizgarbûyî wergirtine. Piştî em gehiştin nexweşxaneyê em dikarin agahiyên tekez bidin.”

Li gorî Fermandariya Ewlehiya Peravan jî 5 koçber bi derfetên xwe ji deryayê derketine û koçberek ji aliyê tîmên wan ve hatiye rizgarkirin.

Herwiha tîman cenazeyên 4 koçberan di deryayê de û yê yekî jî li peravên deryayê dîtine.

Li gorî heman fermandariyê, 13 kes di belemê de bûne, heta niha 2 kes winda ne û ji bo dîtina wan xebatên lêgerînê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst