Diyadin Firat: Divê HDP ji parlamentoyê vekişe

19-08-2019
RÛDAW
Diyadin Firat li ser dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê bertek nîşan da
Diyadin Firat li ser dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê bertek nîşan da
Nîşan Diyadin Firat Tirkiye Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Amed Wan Mêrdîn HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Encumena Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê Kurd Diyadîn Firat bertekên xwe li hemberî biryara hikûmeta Tirkiyê ya ji bo dûrxistina şaredarên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê nîşan da û got: “Divê HDP ji parlamentoya Tirkiyê vekişe.”

 

Diyadin Firat beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya jib o dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê axivî.

 

Diyadin Firat ragihand ku ev biryar derbeyek e li dijî îradeya gel e ev ne li gor hiquq û ne li gor exlaq ne jî li gor wijdanê ye.

 

Firat herwiha got hikûmeta Tirkiyê nekarî îradeya gel tehamul bike û tekez kir: “Tenê Karin bo dema 120 rojan tehamul bikin. Kesên ku darbe li îradeya gel kirine nikarin navê komariyê li xwe bikin û nikarin bibêjin em parêzvanê heq û dadmendiyan in.”

 

Siyasetmedarê Kurd diyar kir bi vî awayî dş dor were şaredariyên di destê CHPê de ne û got: “Desthilatdarî tola 5 şaredariyên mezin ên ji dest dane ji Kurdan hildide. Li wan bajaran dengên Kurdan encam diyar kirin. Eger CHP bertekên xwe li hemberî vê biryarê nîşan nede dê dor were wê jî. Eger li ser hîmên demokrasiyê nebin yek dê dor were bajarên wek Antalya, Stenbol, Enqere û Edene.”

 

Diyadin Firat bibîr xist ku pêştir Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa danîna qeyûman kiribû got: “Serokomar gotibû eger HDP serbikeve em dê qeyûman danîn. Ev sistem ne sistema serokatiyê ye, sistema qeyûman e.”

 

Firat destnîşan kir ku divê HDP biryarên girîng bidin û got: “Divê HDP bi giştî ji parlamento û şaredariyan vekişe.”

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, şaredarên Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar dûr xist û li şûna wan qeyûm danîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst