Li ber deriyê HDPyê li kurê xwe digeriya, 45 sal cezayê wî hebûye

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Celîl Bagdaş Amed HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Celîl Bagdaş, 4 sal in bi îdiaya “HDPyê kurê wî revandiye” di bin ewlehiya polîsan de li ber deriyê HDPyê di çalakiyê de bû lê derket holê 45 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Hinek malbatên Amedê bi îdiaya ku HDPyê zarokên wan revandine, ji 3yê Îlona 2019an ve li ber deriyê avahiya HDPyê ya Amedê dest bi çalakiyê kir.

Yek ji wan çalakvanan jî Celîl Bagdaş e.

Celîl Bagdaş, ji bo kurê xwe Yusuf Bagdaş beşdarî çalakiyê bû û îdia kir ku “HDPyê kurê wî bi minibûseke xemilandî revandiye.”

Li gorî nûçeya Sozcuyê, Bagdaş ku 4 sal in di bin ewlehiya polîsan de bû, dema ku çu dadgehê di kontrola polîsan de hat desteserkirin.

Derket holê bi tohmeta “bi qestî kuştina kesekî” 45 sal cezayê girtîgehê li Celîl Bagdaş hatiye birîn.

Dema giliyê HDPyê dikir hat desteserkirin

Li gorî îdiayan, Celîl Bagdaş 4ê Gulana 2023yan bi giliya ku “HDP zarokan direvîne çiyê” serî li dadgehê dide.

Celîl di ketina dadgehê de, di dema kontrola polîsan de hat desteserkirin û sewqî Dozgeriya Înfazê hat kirin.

17 tawanên wî hatine tomarkirin

Derket holê ku 17 tawanên cuda yên Celîl Bagdaş ên wekî “bi qestî birîndarkirin, gefxwarin, heqaret û talanê” hatine tomarkrin.

Li aliyê din, bi tawana “kuştina biqest” 45 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ji aliyê 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin.

Dozgeriya Înfazê, biryara girtina Bagdaş da û ew şand girtîgehê.

Telefonî Soylu dike

Li gorî îdiayan Bagdaş piştî biryara dozgeriyê xwest biçe tuwaletê.

Bagdaş wê demê telefonî wezîrê wê demê yê karên navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu dike û dibêje “endamên FETOyê xefik daniye ber min” û alîkariyê dixwaze.

Di bin parastinta polîsan de firar kir

Du polîs bi gotina “Em dê bibin girtîgehê” Bagdaş ji dadgehê derdixin.

Bagdaş di rê de direve û ev 8 meh in firar e.

Her du polîsên ku Bagdaş biriye di îfadeya xwe de îdia kir ku di rê de otomobîla wan xira bûye û dema ew ji otomobîlê daketine Bagdaş reviyaye.

Lêpirsîna ku di derbarê polîsan de hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Derbarê Celîl Begdaş de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê doz hat vekirin.

Ji bo Bagdaş cara duyemîn biryara girtinê hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst