Raporta Gulanê: 255 binpêkirinên mafê jiyanê çêbûn

19-06-2021
RÛDAW
Nîşan CHP Mafê Mirovan Îşkence Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Raporta Binpêkirina Mafan ya Gulana 2021an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 255 mafê jiyanê û di bûyerên îşkenceyê de jî 306 binpêkirin çêbûne.

Parlamenterê Stenbol yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu Raporta Binpêkirina Mafan ya Gulana 2021an eşkere kir.

Li gor raportê di Gulanê de 255 mafê jiyanê hate binpêkirin. Di vê çarçovê de di xala “bi dadwerî cezakirin, bêserûber gule berdan, hişyariya rawestandinê” 1, di xala di girtîgehê de mirin 5, di kuştina jinan de 17 û di xala cînayetên li ser kar 232 binpêkirinên mafê jiyanê çêbûne.

Li gor amarên raportê di çarçoveya bûyerên îşkenceyê jî bi giştî 306 binpêkirina mafê rû dane û ji wana 219ê wan raste rast wek îşkence, 87 bûyer jî di çarçoveya li girtîgehê îşkence û kiryarên xirab hatine tomar kirin.

Di raportê de tê diyarkirin ku di çarçoveya azadiya fikir de jî 43 binpêkirin hatine kirin. Di vê çarçovê de 1 rojnamevan û nivîskar hatiye girtin, 3 rojnamevan hatiye desteserkirin, bo 2 rojnamevanan doz hatiye vekirin û 20 biryarê komkirin-ceza-astengkirin çêbûne. Herwiha ji ber diyarkirina nêrîna xwe 13 kes hatine girtin bo 1 kesî jî doz hatiye vekirin û 3 kes jî ji heman tiştî hatiye ceza kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst