Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê Demirtaş de biryara xwe aşkere kir

19-06-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Selahattin Demirtaş Tirkiye Dadgeha Destûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi koma dengan biryarek da û qebûl kir ku ji ber girtina wî bo demeke dirêj, mafê Demirtaş hatiye binpêkirin.

Têkildarî rewşa Demirtaş, dadgehê diyar kir ku girtina Demirtaş demeke maqûl derbas kiriye û biryar da ku di derheqê wî de li gor madeya 19 a Destûra Tirkiyê, binpêkirin hatiye kirin.

Dadgehê herwiha biryar da, ku hikûmet 50,000 Lîreyên Tirkiyê tezmînata manewî bide Demirtaş.

Demirtaş li ser doza derbarê bûyerên 6-8 Cotmeha 2014an yên têkildarî Kobaniyê de, cezayê zîndanê lê hatibû birîn. Dema cezaya Demirtaş, li gor briyara dadgehê ji roja 4ê Mijdara 2016 ve destpê kir û li gor biryara dadgehê di 2ê Îlona 2019an de bi dawî dibû, lê tevî bidawîbûna dema girtina wî, Demirtaş nehat berdan û heta niha jî di zindanê de ye.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê serlêdana Demirtaş a têkildarî lêkolîna girtina wî de biryar da, ku ev yek ne erka wan e.

Herwiha dadgehê serlêdanên Demirtaş ên bo daxwaza berdanê û îtîraza li dijî girtîbûna xwe ku biryar li ser nehatibû dayîn, bi sedema ku serlêdana jibo wê yekê ya bo Dadgeha Bilind di dema xwe de nehatiye kirin, red kirine.

Dadgeha Destûrê derbarê parlamenterê berê yê CHPê yê Stenbolê Eren Erdem de jî heman biryar da û ragihand, ku mafê wî hatiye binpêkirin. Eren Erdem bi tometa endambûna di rêxistinên Fethullah Gulen (Feto) de hatibû girtin û cezayê zîndanê lê hatibû birîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst