Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiv da Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ku gotibû ne li gorî hiqûqê ye Abdullah Ocalan peyama xwe bi vîdeoyekê bide.
Her wiha Bakirhan got, "Dê peyameke girîng ji bo pirsgirêka Kurdan a sedsalî bê dayîn lê Wezîr dibêje ne li gor rêziknameyê ye ku peyam bi dîmen be.
Heçko li Îmraliyê hiqûq tê cîbicîkirin. Li cihekî ku hiqûq nîne, ma qey îro hiqûq hatiye bîra we."
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî 2yemîn Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê bû û li ser mijarên di rojevê de axivî.
"Ma hûn dikarin têkoşîna gelê Dêrsimê asteng bikin"
Bakirhan behsa danîna qeyûm, desteserkirin û cezakirinê de jî kir û got:
"Ma hûn dikarin têkoşîna gelê Dêrsimê yê ku li kilîta winada çiyayayan digere asteng bikin? Dev ji van siyasetên înkarker ên sedsalî berdin.
Em dev ji têkoşînê bernadin, wekî xwediyên têkoşîneke rewa ku bi bedêlên pir hêja hatiye avakirin û wekî berdewamkerên mîrasa ku ji me re hatiye sipartin, em dê hîn çend caran ji we re bibêjin ku em nikarin dev jê berdin?"
Bakirhan amaje bi wê yekê da ku piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê her tişt zelal bibe û kî aştiyê dixwaze dê derkeve holê.
Bakirhan bersiv da Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê
Bakirhan der barê daxuyaniyên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ên der barê Îmraliyê de wiha got:
" Birêz Wezîr dibêje, 'Peyama vîdyoyî ne li gorî rêziknameyê ye.' Ji bo pirsgirêka sedsalê wê bangeke hêja bê kirin.
Wezîr dibêje; 'Hevdîtina Ocalan a bi Tirkiye, Kurd û Elewiyan re, ne li gorî rêziknameyan e.'
Tu dibêjî qey li Îmraliyê rêzikname tên cîbicîkirin. Ma we çi hiqûq û rêzikname hiştiye qey?
Li wir hiqûqeke nefermî tê sepandin. Li cihekî ku rêzikname tune bin, hûn çawa rêziknameyan tînin bîra me Birêz Wezîr?
Birêz Ocalan 4 sal in bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. 4 sal in kesek ji wir agahdar nîne. Çûk jî nafirin.
Di hiqûqa we ya nedemoktratîk de jî rêziknameyek wiha tune. Birêz Wezîr nû rêzikname û hiqûq aniye bîra xwe.
We rêzikname li Girava Îmraliyê binax kirin. Ez niha li hemberî vê bangê, we vedixwînim cidiyet û samîmiyetê.
Divê hûn rê û rêbazekê bibînin ku banga Birêz Ocalan di cih de were parvekirin. Birêz Bahçelî gotibû bila were parlamentoyê, êdî ya mayî hûn çareser bikin Birêz Wezîr."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse