Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya ASALê ji sedî 86,4ê beşdaran dibêjin bila Abdullah Ocalan dernekeve hepsa malê.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an ji bo Abdullah Ocalan banga hevdîtinan kir.
Piştre şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir û nîqaşên li ser “pêvajoya nû” gur bûn
“Hepsa malê” jî yek ji wan mijaran e ku gelekî tê nîqaşkirin.
Şirketa lêkolînan a ASALê bi 1800 kesî re rapirsiyek kir û ji wan pirsî, "Bi ya we divê Abdullah Ocalan derkeve hepsa malê?"
Encamên anketê wiha ne:
- Ji sedî 86,4ê beşdaran gotiye "Na, divê dernekeve"
- Ji sedî 3,1ê beşdaran gotiye "Erê, divê derkeve"
- Ji sedî 10,5ê beşdaran gotiye "Fikra min tune"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse