Şaredaran mazbatayên xwe standin: ‘Em dê hêjayî we bin’

04-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hilbijartin DEM Partî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên 31ê Adarê û bidawîbûna dema îtirazê şaredarên serkeftî yek bi yek mazbatayên xwe werdigirin û dest bi kar dikin.

Çavê her kesî li ser wê yekê bû ku gelo dê mazbatayên berbijêrên serkeftî yên DEM Partiyê bên dayîn an na lê diyar e Hikûmeta Tirkiyeyê vê carê helwesta xwe guhertiye.

Berbijêrê Wanê yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan, piştî ku YSKyê îtiraza wan qebûl kir û mafê şaredariyê da wî, wî bi saziyên sivîl, rûspî û karsazên bajêr re hevdîtinek kir.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan got:

“Ev hilbijartin dê rê li ber aştiya civakî veke. Dê îradeya bihevrejiyaneke bi rûmet bihêztir bike.

Înşallah dê ji bo bajarê me bibe wesîleya xizmetên girîng. Em dê vê yekê bi hev re pêk bînin.”

Heman rojê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî mazbataya xwe wergirt.

Wî jî ji bo heyameke nû hêviyên xwe anîn ziman.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk anî ziman:

“Ez bawer dikim ku ev encam dê ji bo paşerojeke demokratîk ji heyameke nû re derî veke.

Karê me yê sereke dê xizmeta gel be. Em dê hewl bidin ku hêjayî we bin.”

Bi heman awayî roja çarşemê Şaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş jî mazbataya xwe wergirt.

Akiş diyar kir ku ew ji niha û pê ve şaredarê hemû welatiyan e û cudahiyê nake.

“Aştî û biratiya gelê Hekariyê”

Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş da zanîn:

“Em di pêvajoyeke zehmet a hilbijartinan re derbas bûn. Ez ji ber hesasiyeta wan spasiya hemû gelê Hekariyê dikim.

Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartinan bibin hinceta aştî û biratiya gelê Hekariyê. Deng dabin an nedabin ez ji dil spasiya her kesî dikim.”

Li gorî encamên nefermî DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adarê de 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 10 bajarok, bi tevahî 78 şaredarî bi dest xistin.

Li navçeya Curnê Reşa Rihayê hilbijartin li ser îtiraza AK Partiyê hatin betalkirin û dê 2yê Hezîrana 2024an werin dubarekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst