Tirkiye ji ber êrişa li Xezeyê 3 roj şîna giştî radigihîne

18-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Şîna Giştî Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma AK Partiyê Ozlem Zengîn ragihand ku Tirkiye dê ji ber ji ber êrişa li Xezeyê 3 roj şîna giştî ragihîne.

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Ev êrîş di nav piraniya welatan de bû sedema nerazîbûnan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan êrişa li Xezeyê bi daxuyaniyekê şermezar kiribû.

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, Serokwekîla Koma AK Partiyê Ozlem Zengîn îro ragihand ku Tirkiye dê ji ber wê êrişê 3 roj şîna giştî ragihîne.

Ozlem Zengîn got, “Bi biryarnameya Serokkomariyê dê îro 3 rojan şîn bê ragihandin.  Ji bo ku bê dîtin em di çi astê de nêzîkî mijarê dibin ev yek girîng e. Tirkiye bi vê şîna sê rojî ya niştîmanî ji bo fehmkirina girîngiya vê mijarê dibe mînak.”

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin û gelek welat û saziyên navneteweyî dibêjin ku Îsraîlê ev êriş encam daye.

Lê Artêşa Îsraîlê vê yekê red ike û îdia dike ku êriş ji aliyê Cihada Îslamî ve hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst