335 parlamenterên nû ji bo Parlamentoya Tirkiyê hatin hilbijartin

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên nefermî yên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) di 28emîn xula Parlamentoya Tirkiyê de ji 600 parlamenteran 335 nû û 219 parlamenterên xula berê jî careke din hatine hilbijartin.

Her wiha 46 parlamenterên ku beriya xula 27emîn jî parlamenter bûn careke din hatine hilbijartin. Li gor vê yekê parlamentoya Tirkiyê di xula 28emîn de %63.49 nû bûye.

Li gor encamên hilbijartina 14ê Gulanê ji wan 335 parlamenterên nû hatine hilbijartin 148 ji wan ji AK Partî, 90ê wan ji CHPê , 47 ji Partiya Çepên Kesk, 27 ji IYI Partî, 18 ji MHP, 4 ji Partiya Jinûve Refah û 1 jî ji Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) ketine parlamentoyê.

Di 28emîn Xula Parlamentoya Tirkiyê de 335 parlamenterên nû ji van partiyan in:

148 AK Partî

90 CHP

47 Partiya Çepên Kesk

27 IYI Partî

18 MHP

4 Partiya Jinûve Refah

1 Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst