Polîsan bi darê zorê formayê Berfînê jê kir û nehişt here Newrozê

18-03-2024
Nîşan Kocaelî Polîs Newroz Amedspor Berfîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsan rê neda ku Berfîna bi Sendroma Downê bi formayê Amedsporê here Newrozê û formayê wê bi darê zorê jê kir.

Bûyerê li navçeya Daricayê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê rû da.

Berfîna ku bi Sendroma Downê ye xwest bi cilê Amedsporê derbasî qada Newrozê bibe.

Lê polîsan nehişt û bi darê zorê formayê wê jê stand.

Berfînê piştî vê yekê krîz derbas kir û ket erdê.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu dîmenên wan kêliyan li ser hesabê xwe yê Xê belavkirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku Berfîn gelekî xemgîn e, gelekî digirî û paşê jî ji hişê xwe diçe.

Omer Faruk Gergerlîoglu da zanîn ku wan Berfîn rakiriye nexweşxaneyê.

Herwiha di dîmenan de xuya dibe ku Gergerlîoglu û xelk bertekê nîşanî polîsan didin.

Jinek ji polîsan dibêje, “Hûn ji mirovatiyê dûr ketin. Dîmenan bigirin da gelê me zanibe hûn kî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst