MÊRDÎN – Polîsekî hevjîna xwe û kurê xwe kuştin, paşê jî xwe kuşt

17-06-2024
Nîşan Mêrdîn Polîs Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî hevjîna xwe û kurê xwe kuştin, paşê jî xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, polîsê bi navê H.Ş. (31) yê ku Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr peywîrdar bû, hevjîna xwe M.Ş. û kurê xwe yê 3 salî bi çekê kuştin û paşê jî bi heman çekê xwe kuşt.

Piştî ku dengê guleyan hat polîsan deriyê malê şikand û ketin hundir û wan dît ku 3 term li erdê ne.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her 3 mirine û wan term veguhastin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst