URMIYE – Ji ber ku çûne Newrozê hatin desteserkirin

19-04-2024
Nîşan Urmiye Newroz Kurd Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê du kes ji ber ku çûne Newrozê hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan kesên ku hatine desteserkirin Umêd Qadirnejad (28) û Muhsîn Qedirreş (30) in û ew ji gundê Hacî Hesenî Şamatî yê bajarê Miyandiwawê ne.

Navenda îstixbaratê ya bajêr 17ê Nîsanê gazî wan kiriye û her du desteser kirine.

Heta niha li ser sedema desteserkirina wan ti agahiyên fermî nehatine dayîn.

Çavkaniyên xwecihî didin zanîn, ji ber ku çûne Newrozê ew hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, Umêd Qadirnejad û Muhsîn Qedirreş şandine Girtîgeha Navendî ya Miyandiwawê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst