Li dijî HDKyê operasyon: 52 kes hatin desteserkirin

18-02-2025
RÛDAW
Nîşan Operasyon HDK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê û 8 bajarên din di operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de 52 kes hatin desteserkirin.

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hinceta ku “baskekî PKKê ye” derbarê HDKyê dest bi lêpirsînê kir û biryara desteserkirina 60 kesan da.

Li 9 bajaran operasyon hat kirin

Polîsan îro sibehê li Stenbolê û 8 bajarên din dest bi operasyonê kir û 52 kes bi hinceta ku "endamên HDKyê ne" hatin desteserkirin.

Di nav kesên desteserkirî de gelek endamên partî û saziyên çepgir ên Tirkiyeyê, rojnamger, hunermend û kesayetiyên naskirî hene.

Partiya Kedê ragihand ku Seroka Şaxa Stenbolê ya Partiya Kedê Sema Barbaros û hinek rêvebir û endamên wan hatine desteserkirin.

Partiya Kedê da zanîn ku serokê berê yê Partiya Kedê Ercument Akdenîz jî hatiye desteserkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê jî ragihand ku rojnameger Elîf Akgul û Yildiz Tar di çarçoveya operasyonê de hatine desteserkirin.

Partiya Çep a Kesk (YSP) jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku polîsan bi ser mala endamê rêveberiya YSPyê Nacî Sonmez de girtiye û polîsan ew desteser kiriye.

Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP) jî di daxuyaniya xwe de got:

"Rêhavalê me yê endamê Rêveberiya DEM Partiyê Mehmet Saltoglu, endamên Meclisa Partiyê ya SYKPyê Halît Elçî û Ahmet Saymadi demjimêrên sibehê li malên xwe hatin desteserkirin.”

Pinar Aydinlar jî hat desteserkirin

Her wiha hunermend Pinar Aydinlar û Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP) Şenol Karakaş û hinek kesên navên wan nehatine zanîn jî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst