Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê mirinên ji ber alkola sexte zêde dibin.
Li gorî agahiyên dawî, heta niha li Enqereyê ji ber vexwarina alkola sexte 54 kes mirine û 40 kes jî tên dermankirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê mijarê dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye.
Raporên toksîkolojiyê yên Saziya Tiba Edlî jî li dosyeyan hatine zêdekirin û hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê 28 gumanbar hatine girtin û 25 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Rayedaran ji bo rêlibergirtina firotina alkola sexte ya li bazarê, kontrolên xwe zêde kirine û hişyariyê didin xelkê ku ji cihên ne di bin kontrolê de vexwarinên bialkol nekirin.
Ji ber baca ku li ser alkolê tê zêdekirin û bihabûna alkolê, li Tirkiyeyê çêkirina alkola sexte zêde dibe.
Hikûmeta Tirkiyeyê hem Baca Bikaranîna Kel û Pelên Taybet û hem jî Baca Bihayê Zêdekirî ji vexwarinên alkolê distîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse