Kujerê Hrant Dînk hat berdan lê malbata wî jî lê xwedî derneket

17-11-2023
Nîşan Ogun Samast Hrant Dînk Berdan Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ogun Samastê ku Rêveberê Giştî yê Rojnameya AGOSê Hrant Dînk kuştibû hat berdan.

Hat ragihandin ku malbata wî jî xwedî lê derneketiye.

Ogun Samastê ku wê demê 17 salî bû, 19ê Kanûna Paşîna 2007an li ber avahiya rojnameyê, Rêvebirê Giştî yê Rojnameya AGOSê Hrant Dînk kuşt.

Ew di çarçoveya “berdana bimerc” de 15ê vê mehê ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê hat berdan.

Medyayê ragihandibû ku malbata wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kiriye.

Lê bavê wî Ahmet Samast ji 10Haberê axivî û got, “Ez neçûma pêşiya wî, çawa çûbe bila wiha were.”

Kekê wî Umît Samast jî got, “Ez naxwazim biaxivim, heke we Ogun peyda kir hûn dê pê re biaxivin.”

Li gorî DHAyê Ogun Samast neçûye mala malbata xwe ya li Trabzonê jî.

Ahmet Samast, dîmenên kuştina Drant Dînk dîtibûn û wî ji hêzên ewlehiyê re gotibû ku kujer kurê wî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst