Li Şehbayê teqîn: 6 Efrînî birîndar bûn

01-11-2024
Nîşan Şehba Malbat Teqîn Efrînî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şehbayê ji ber teqîna mayînekê 6 Efrînî birîndar bûn ku ji heman malbatê ne.

Li gorî agahiyên ku Çalakvanê Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo dane Rûdawê, teqînê li gundê Til Qirahê yê navçeya Şehbayê ya Helebê rû daye.

Îbrahîm Şêxo diyar kir, dema malbateke Efrînî ya koçber diçû nav baxçeyekî zeytûnan mayîneke çandî bi malbatê de teqiyaye.

Şêxo destnîşan kir ku birînên birîndaran xedar in û yek ji wan zarokeke 3 salî ye.

Li gorî agahiyên ku Îbrahîm Şêxo dane, 4 birîndar li Fafînê tên dermankirin.

Li zaroka 3 salî û kekê wê yê 24 salî ku birînên wan dijwartir in li Nexweşxaneya Giştî ya Helebê tên dermankirin.

Nav û temenên birîndaran bi vî rengî ne:

- Reşîd Mistefa Omer, 24 salî ye

- Mihemed Mistefa Omer, 20 salî ye

- Cemîle Mistefa Omer, 3 salî ye

- Cemîle Hebeş Omer, 48 salî ye

- Coslîn Mistefa Omer, 20 salî ye

- Ehmed Mistefa Omer, 50 salî ye

Cihê ku mayîn lê teqiyaye di kontrola Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst