Nerazîbûnên li dijî zêdekirina bacê û giranbûna nirxê sotemeniyê zêde dibin

17-07-2023
Li Tirkiyê nerazîbûnên li dijî zêdekirina bacê û giranbûna nirxê sotemeniyê zêde dibin
Li Tirkiyê nerazîbûnên li dijî zêdekirina bacê û giranbûna nirxê sotemeniyê zêde dibin
Nîşan Zêdekirin Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nerazîbûnên li dijî zêdekirina baca sotemeniyê û giranbûna nirxê wê zêde dibin. Aliyê opozisyona Tirkiyê jî li dijî wê biryarê ne, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li navçeya Çankaya ya Enqere heman rojê serdana rawestgeheke taksiyan kir, guhdarî giliyê şofêran kir û nerazîbûnên xwe yên li dijî girankirina sotemeniyê anîn ziman. Ne tenê aliyên opozîsyonê ji vê girankirinê nerazîbûn Serokê Partiya Yenîden Refahê ku hevpeymanê deshilatê ye jî nerazîbûn nîşan da.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdsitanê Piştî roja Yekşemê 16ê Temûzê bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan baca ser sotemeniyê 7 lîreyî hat zêdekirin. Nirxê benzîn û motorînê giran bû; benzîn bû 35.90 lîre û motorînê jî bû 33.18 lîre. Nerazîbûnên li dijî wê biyarê zêdebûn.

Şofêrên otomobîlên veguhestinê dibêjin mexdûrê sereke yên vê girankirina sotemeniyê ew in.

Şofêr Soner got, “Jiyana me bi vê girankirinê tam xistin bin erdê de. Bi vî awayî me dibin qatê 7ê yê dojehê, em niha gihiştin qatê şeşê. Bi Xudê ev gomlekê li ber min ev 8 sale ez li xwe dikim. Derfetê min tune ye ez yê nû bikirim. Em tenê diqedînin.”

Aliyê opozîsyona Tirkiyê jî li dijî wê biryarê û giraniyê ye.

Serokê Partiya Gel a Komarê Kemal Kiliçdaroglu li navçeya Çankaya ya Enqere heman rojê serdana rawestgeheke taksiyan kir, guhdarî giliyê şofêran kir û nerazîbûnên xwe yên li dijî girankirina sotemeniyê anîn ziman.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, “Giranbûna sotemeniyê tê wateya giranbûna her tiştî. Lê divê mirov vê pirsê bipirse, çima wisa her tiştî giran dikin? Ti deshilatek naxwaze tişta giran bike naxwaze welatiyan mexdûr bike, wî demî hûn çima tişta giran dikin. Ev 22 sale hûn welat birêve dibin, herî dawî ger ev qas hûn tiştan giran dikin tê wê watê pirsgirêkek heye. Her kes destheqa xwe bi lîre digire, wî demî ev felaketa dolar çi ye?”

Ne tenê aliyên opozîsyonê ji vê girankirinê nerazî bûn Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan ku hevpeymanê deshilatê ye jî nerazîbûn nîşan da û bi tweetekê ragihand, “Giraniyên ku bi bacên cuda tên kirin êdî welatiyên me diperçiqîne û gihiştiye xala ku êdî newe qebûlkirin.”

Welatiyek jî dibêje em razan û rabûn wan dît sotemenî 6 lîreyan giran bûye.

Şofêr Erdal Katranci anî ziman, “Em êvarî razan sibehê rabûn me dît sotemenî 6 lîreyan giran bûye. Me jixwe pere qazanç nedikir. Êdî kesek naxwaze karê şofêriya mînîbusan bike ji ber qazanca xwe tuneye. Kesê ku şofêriya mînîbusê bike êdî nikare pere qazanç bike. Ev kar mir, biçe malî otomobîla xwe rawestîne kara xwe zêdetire.”

Piştî nerazîbûnên li dijî girankirina sotemeniyê Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê daxwiyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, “Bilindkirina nirxan ji sala 2016 her tim gelek dibin asta enflasyonê de bûye. Tevî vê girankirinê jî welatê me di nav çar welatên Ewropa yên ku nirxê benzîn û motorînê herî lê erzan de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst