Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê hejmara dengdêran ragihand

17-04-2023
RÛDAW
Nîşan YSK Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) diyar kir ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dê 64 milyon û 113 hezar û 941 kes deng bidin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes û li derve jî 3 milyon û 416 hezar û 498 kes dê deng bidin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener îro Duşemê 17ê Nîsana 2023an li ser hejmara dengdêran û pisûleyên dengdanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ahmet Yener got, “Em hejmara dengdêrên navxwe û li derve eşkere dikin. Dengdêrên navxwe 60 milyon û 697 hezar û 843 dengdêr in ku 30 milyon û 710 hezar û 790 jê jin û 29 milyon û 897 hezar û 53 dengdêr jî mêr in. Hejmara dengdêrên ku dê cara yekem dengê xwe bidin jî 4 milyon û 904 hezar û 672 e. Heger hilbijartinên serokomariyê ji xula duyemîn re bimînin, dê 47 hezar û 523 dengdêr cara yekem di 28ê Gulanê de dengê xwe bidin.”

Yener li ser girtîgeh û sindoqên gerok anî ziman, “Li 973 lijneyên hilbijartinê yên bajaran û 1094 navçeyan 191 hezar û 884 sindoq werin danîn. Li 421 navçeyan wê sindoqên gerok bên danîn û 6 hezar û 215 dengdêr dê dengên xwe bidin. Hejmara dengdêrên girtî 53 hezar û 172 e. Li deriyên sînorî jî 4 hezar û 671 lijneyên sindoqan hatine avakirin.”

Bi giştî 64 milyon û 113 hezar û 941 dengdêr hene

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener her wiha hejmara giştî ya dengdêran jî eşkere kir û got, “Li derve 3 milyon û 416 hezar û 498 dengdêr hene, milyonek û 595 hezar û 158 dengdêr jin û milyonek û 820 hezar û 940 dengdêr jî mêr in. 277 hezar û 646 dengdêr dê cara yekem dengên xwe bidin. Heger hilbijartinên serokomariyê ji xula duyemîn re bimînin, 2 hezar û 435 kes dê cara yekem dengê xwe didin. Bi giştî hejmara dengdêrên me digihêje 64 milyon û 113 hezar û 941 kesan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst