Bakirhan bangî desthilatê kir: Ji bo çareseriyê gavan biavêjin

11-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bangî desthilatdariya Tirkiyeyê kir û got, “Dewletê di sed salan de tevî hemû zext, zordarî û înkarê nikariye pirsa Kurd çareser bike. Diyar e ku dewletê xeta kiriye û divê ji bo çareseriyê gavan biavêje.”

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro bi beşdariya Tuncer Bakirhan 2emîn Kongreya Awarte ya Şaxa Dîlokê li dar xist.

Bakirhan di axavtina xwe ya di kongreyê de got:

“25-30 milyon Kurd hene û nayên tunekirin. Dewletê di nav sed salî de tevî hemû zext, zordarî û înkarê nikariye pirsa Kurd çareser bike.”

"Kesên ku pirsa Kurd çareser nakin bi xwe dabeşker in"

Bakirhan ji bo çareserkirina pirsa Kurd bangî desthilat û dewletê kir:

“Kesên naxwazin pirsa Kurd çareser bikin dijminê vî welatî ne û gendeliyê dikin.

Kesên ku pirsa Kurd çareser nakin bi xwe dabeşker in.

Kesên pirsa Kurd çareser nakin nêrîneke wan a derûnî ya cuda heye ku van gelan tînin hemberî hev û dikin dijmin.

Em niha careke din dubare dikin, li girtîgehan grevên birçîbûnê jî hene, heval Qasim 33 salan di girtîgehê de ma, ew jî dizane.

Ên li girtîgehan dibêjin, ‘Ev şer êdî bes e, pereyên ku ji nan û aş û zeytûnên me diçin vî şerî, yên li gule û topan tên xerckirin bila êdî neçin.’

Bila çi bibe? Bila Kurd dayîka xwe bibîne, bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û bila kesên bi îradeya wan hatine hilbijartin wan bi rê ve bibin.

Çima qebûl nakin? li hesabê wan nayê.

Em niha ji bo paşeroja wî welatî, ji bo ciwanên vî welatî, ji bo hejar û kedkarên li vî welatî, ji bo 86 milyon mirov, ji bo demokrasiyê û komara demokratîk, ji bo çareserî, axavtin, gotûbêj û çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên demokratîk, bangî desthilatê û eger hebe mejiyê dewletê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst