STENBOL - Saadet, Paşeroj û HUDA-PARê ‘Mîtînga Filistîna Azad’ li dar xist

16-10-2023
Omer Sonmez
Wêne: Faruk Uysal - Rûdaw
Wêne: Faruk Uysal - Rûdaw
Nîşan Partiya Saadetê HUDA-PAR Mîtînga Filistîna Azad’ Hemas Îsraîl Partiya Paşerojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê mitîng, çalaki û meşên ji bo piştgirya Filistînê û şermezarkirina êrişên Îsraîlê berdewam dikin.

Li Stenbolê bi pêşengiya Partiya Saadetê “Mitînga Filistîna Azad” hat lidar xistin. Bi deh hezaran kes tevlî mîtîngê bûn û dirûşmên ji bo Filistîn û Hemasê hildan.

Partiyên HUDA-PAR û Paşerojê jî piştgirî da mitîngê. Serokên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û beşdar, bangî Hikûmeta Tirkiyeyê kirin ku eşkere piştgirî bide Filistînê.

Li gorî şîrovekaran, Enqere ji ber pêwendîyen xwe yên bi Îsraîl û Amerîkayê re polîtîkaya hevsengiyê dimeşîne.

Mîtîng ji aliyê Partiya Îslamî Saadetê ve 15ê Çiriya Pêşînê li Qada Mitîngê ya Maltepeyê hat sazkirin.

Partiyên HUDA-PAR û Paşerojê jî piştgirî da mitîngê.

“Xeletiyên hikûmetê cesaret da Îsraîlê”

Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan li ser armanca mîtîngê anî ziman:

“Armanca vê mîtîngê ew e ku em yekîtiya Îslamê û zilma li ser Filistînê nîşanî raya cîhanê bidin. Em niha helwesta nerm a hikûmetê rast dibînin.

Lewra dixwaze navbeynkariyê bike lê belê ev helwest têrê nake. Lewra xeletiyên ku hikûmet ev 20 sal in dike cesaret da Îsraîlê.”

Mîtîngê bi xwendina Quranê dest pê kir. Bi deh hezaran kes ji bajarên cuda tevlî mitingê bûn.

“Em dixwazin bi meşê biçin Filistînê”

Beşdara mîtîngê Fatma Usluyê got:

“Ez piştgiriyê didim Filistînê. Heta heger rê vekin em dixwazin bi meşê biçin. Heta dawiyê jî em bi wan re ne.”

Beşdarekî mîtîngê Taner Keleş jî anî ziman:

“Em wek camîeya Nêrîna Milî, ji bo ku li dijî zaliman derkevin û piştgiriyê bidin mezlûman li vir in.”

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapıcıoğlu û Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu di mîtîngê de axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo Filistinê anîn ziman.

Serbalyozê Filistînê yê Enqereyê Faed Mustafa û Sekreterê Hikûmeta Xezeyê Kemal Aboun jî beşdarî mîtîngê bûn.

“Piştgiriya leşkerî jî dibe”

Beşdareke din a mîtîngê Zeynep Ruveyda Akdagê got:

“Em ji hikûmetê piştgiriyê dixwazin. Alîkariyên xorek û cil û berg dibe. Heta ji bo birayên me yên Filistînî piştgiriya leşkerî jî dibe.”

Bilal Gençalpê ku beşdar mîtîngê bûbû jî anî ziman:

“Hikûmet bes bi gotinan na, divê bi helwestekê zelal li dijî derkeve. Divê gavên ku ji bo meseleyê bibin çareserî bên avêtin.”

Di mîtîngê de tenê alayên Tirkiyeyê û Filistinê hatin rakirin. Destûr nehat dayîn ku ti partî û sazî al û flamayên xwe bînîn qada mîtîngê.

Li Tirkiyeyê partî, sazî û komeleyên Îslamî, bi mîtîng, çalakî û meşan piştgiriyê didin Filistînê û li dijî êrişên Îsraîlê derdikevin.

Nûnerên saziyan bangî Hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku ew eşkere piştgiriyê bide Filistînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst