RSF: 11 rojnamevanên Kurd bi hinceta ‘endamtiya PKKê’ tên darizandin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan RSF Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor Rojnamevanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yazdeh rojnamevanên Kurd ku li çend kanal û ajansên Kurdî kar dikin, bi tohmeta endambûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), biryar e îro li Enqerê bên dadgehkirin û Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (RSF) jî ku di dema dadgehkirinê amade dibe, daxwazê ji desthilatdarên Tirkiyê dike ku dadgehê ji bo sînordarkirina karê medya û rojnamevanan bikar neyînin.

Şeva 15ê Gulana 2023an, RSFê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku îro Sêşemê 16ê Gulana 2023an 11 rojnamevanên Kurd ku li çend kanalên Kurdî kar dikin, li bajarê Enqerê bi tohmeta endambûna PKKê tên dadgehkirin, bi taybetî jî bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku kar bo wan saziyên medyayê kirine ku ser bi KCKê ne.

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor dibêje, ligel wêya ku ew rojnamevan bi tohmeta endambûna PKKê hatine desteserkirin, lê dema lêpirsîn ligel wan hatiye kirin, li ser endambûna Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê pirsyar ji wan hatine kirin ku li Amedê kar dike.

Derbarê dadgehkirina wan rojnamevanên Kurd de li Tirkiyê, Nûnerê RSFê li Tirkiyê Erol Onderoglu dibêje: “Divê desthilatdarên Tirkiyê bi armancên siyasî destê xwe nekin nav karûbarên sîstema dadwerî. Em daxwaz dikin hemû rojnamevanên Kurd ên desteserkirî li Tirkiyê bên azadkirin, ku bûye yek ji mezintirîn zîndana rojnamevanan li cîhanê.”

29ê Cotmeha 2022an, neh ji wan 11 rojnamevanan hatin girtin. Di meha Nîsana borî de 7 rojnamevanên din ên Kurd hatin girtin. Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor herwiha dibêje, 25 Nîsanê û tenê sê hefte berî hilbijartinên serokatî û Parlamentoya Tirkiyê, zêdeyî 120 kes ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve li bajarê Amed û 20 bajarên din hatin desteserkirin. Di nav desteserkiriyan de 11 rojnamevan hebûn.

RSF dibêje, bi giştî 32 rojnamevanên Kurd ji Hezîrana sala borî ve li Tirkiyê hatine desteserkirin û li bajarên Amed û Enqerê di zîndanê de ne. Li gor rapora salane ya 2023an a Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor derbarê azadiya rojnamegeriyê de, ji 180 welat, Tirkiye di rêza 165emîn de cîh digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst