Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kocasînanê ya Qeyseriyê destûra ku ji bo pîrozkirina Newrozê hatibû wergirtin bi hinceta “ewlehiyê” hat betalkirin.
Rêxistina Bajêr a Qeyseriyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Rêxistina DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan berî çend rojan ji bo ku partiya wan 17ê Adarê Newrozê pîroz bike destûr wergirtiye.
DEM Partiyê da zanîn ku destûra wan 15ê Adarê ji aliyê Birêveberiya Ewlehiyê ya Qeyseriyê ve bi hinceta "ewlehiyê" hatiye betalkirin.
"Bila Kurd dêya xwe nebînin"
Herwiha Rêxistina DEM Partiyê diyar kir ku êrişkarê ku êrişî wesayîta wan a hilbijartinê kiriye hatiye berdan û wiha pê de çû:
“Betalkirina çalakiya me ya hilbijartinê ji xeynî ewlehiyê tiştên din tîne bîra mirov, polîtîkaya li girtîgehan a 'Bila Kurd dêya xwe nebînin' veguheriye 'Bila li derve Kurd dernekevin sûkê.'”
Bir kaç gün önce gerekli mercilere bildirerek, izinini almış olduğumuz ve 17 Mart günü Partimizin düzenleyeceği #Newroz kutlaması, 15 Mart Cuma günü Kayseri kaymakamlığı ve Kayseri emniyeti tarafından güvenlik gerekçesiyle iptal edilmiştir. https://t.co/tgQsHw7omO
— Dem Parti Kayseri (@dempartikayseri) March 15, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse