Gotibû ‘Milk ê Xwedê ye’: 22 erse, 13 xanî û 25 erd...

16-03-2024
Nîşan Turgut Altinok Saman AK Partî Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Turgut Altinok samana xwe eşkere kir.

Turgut Altinok berê gotibû, “Milk ne yê me ye, yê Xwedê ye” û bûbû rojev.

Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş samana xwe eşkere kir Turgut Altinok jî samana xwe ragihand.

25 erd, 22 erse û 13 xanî

Li gorî wî ku Turgut Altinok eşkere kiriye 22 erse, 13 xanî û 25 erdên wî hene.

Xeyn ji wan, stasyoneke benzînê û pênc dikan jî li ser navê wî hene.

Turgut Altinok samana xwe bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand û got, “Wekî şîrê dêya min helal e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst