Galip Ensarioglu: Xebera min ji efûyê nîne

19-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Galip Ensarioglu AK Partî Amed Efûya Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galip Ensarioglu derbarê nûçeya efûyê de ji Rûdawê re got: “Min negotiye bo efûyê xebat hatiye destpêkirin.”

Parlamenterê berê yê HDPê û Wezîrê berê yê Pêşketinê Muslum Dogan, roja 18ê Hezîranê di bultena Rûdawê de diyar kir ku dê di 29ê Cotmehê de efûya giştî bê ragihandin û efû bi şertê "çek hilnegirtibe" dê siyasetmedaran jî li xwe bigire.

Piştî nûçeya Rûdawê, rojnameyeke Tirkiyê îro 19ê Hezîranê ragihand ku “derbarê efûyê de bi Galip Ensarioglu re axivîne û wî gotiye, ji bo efûyê xebatek hatiye destpêkirin, lê ne wek efûyeke giştî.”

Galip Ensarioglu derbarê nûçeyê de ji Rûdawê re got: “Min negotiye bo efûyê xebat hatiye destpêkirin. Ew nûçe derew e. Ez dê îro derbarê wê nûçeyê de li dadgehê gilî tomar bikim. Ji min hat pirsîn, lê min negot xebatek tê kirin.”

Ensarioglu herwiha derbarê egera efûyekê de jî got: “Eger tiştekî wiha hebe jî xebera min jê nîne. Ez di vê mijarê de tiştekî nizanim.”

Li Tirkiyê ew demeke ku îdiayên efûyeke giştî tê rojevê, û tê gotin dê 29ê Cotmeha 2023an di sedsaliya Komara Tirkiyê de efûyek bê ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst