Ji Berdevkê AK Partiyê daxuyaniya efûya giştî

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan Omer Çelîk Ak Partî Efûya Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê îdiayên efûya giştî de got “Heta niha ev mijar qet nehatiye rojevê.”

Civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê (MYK) a AK Partiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê rojeva Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê de daxuyanî da.

Omer Çelîk der barê îdiayên ku dê di dawiya salê de efûya giştî bê derxistin de got "Heta niha ev mijar qet nehatiye rojevê."

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji ber ku HDPê “beşdarî hilbijartinan nebû ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) xwest ku hesaba HDPê ya alîkariya xizîneyê bloqe bike. Dadgeha Destûra Bingehîn ev daxwaz red kir.

Çelîk li ser vê mijarê wiha axivî “Dadgeha Destûrê nêrîneke yekalî dimeşîne. Di parastina demokrasiyê divê li dijî terorê tedbîrên herî xurt bên girtin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek e ku dikare qelsiyê çêbike.”

Xalên giring ên ji daxuyaniya Omer Çelîk derketine pêş wiha ne:

“Amadekariyên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin. Siyaset karekî ku bê navber tê kirin e. Ji bo xizmeta welatiyan navber nayê dayîn. Pêvajoya betlanetê bi ti awayî nakeve betlaneyê. Ji bo ku em di hilbijartinên herêmî de xwe baştir rave bikin û heta pêvajoya hilbijartina herêmî têkiliyên ku me li ber çavan girtine pêk bînin, em ê têkiliyên xurt bimeşînin. Di çarçoveya li cihên ku dengên me zêdebûne kêmbûne, li cihên ku em bihêz û ne bihêz in em hel didin heviyên welatiyên me yên ji me tesbît bikin nirxandinên xwe dikin.

Di her civînên me de xala herî girîng herêma erdhejê ye. Ji bo ku em bajarên xwe bihêztir bikin xebat berdewam in. Bi pêşengiya zanistê de îradeya siyasî hemû xebatan dimeşîne. Îhaleya 168 hezar û 180 xaniyan temam bûye. Em îsal ji bo temamkirina 311 hezar xaniyan dixebitin. Di mehên Îlon-Cotmehê de tê plankirin ku 70 hezar xaniyên erdhejê bên radestkirin.

Bila dilê hemwelatiyên me rihet bin, em giliyên li ser kirêyan ji nêz ve dişopînin. Em ê têkoşîna xwe bi mezinkirina wê û bi bandorkirina wê bidomînin.

Ji bo ku enflasyon dakeve yekjimarî çi pêwîst be em ê bikin û em ê bibînin ku ew dakeve yek reqemî jî.

Divê NATO giringiyê bide têkoşîna li dijî terorê. Divê pêkanîna mîsyona xwe ya ewlekariya hevpar bidomîne. Divê tu kes hewl nede ku du standardî biafirîne.

Kiryarên terorîstên PKKyî yên li Swêdê nayên qebûlkirin. Derxistina yasayê têr nake divê bê cîbicîkirin. Hêvî radestkirina kesên bi terorê re têkildar e.”

Çelîk li ser pirsa ku Dadgeha Destûrê daxwaza vegerandina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPê red kiriye jî wiha bersivand “Dadgeha Destûrê nêrîneke yekalî dimeşîne. Di parastina demokrasiyê divê li dijî terorê tedbîrên herî xurt bên girtin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek e ku dikare qelsiyê çêbike.”

Omer Çelîk der barê îdiayên ku dê di dawiya salê de efûya giştî bê derxistin de got "Heta niha ev mijar qet nehatiye rojevê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst