Li Stenbolê di dawetekê de ji ber kesk û sor û zer zava û 9 kes hatin girtin

15-06-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kes û Sor û Zer Dawet Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurt a Stenbolê bi hinceta ku di dawetekê de puşiya bi rengên kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine  9 kes hatin girtin. Şaxa Stenbolê ya  Komeleya Hiqûqnasên Azad derbarê mijarê de karvedan nîşan daye û gotiye “Guhdarkirina stranên Kurdî û girêdana puşiyên bi rengên kesk û sor û zer ne tawan e. Em vê tawanbarkirina ku ti peywendiyeke wê bi hiqûqê ve nîne qebûl nakin. Em dê  weke Komelaya Hiqûqnasên Azad proseya hiqûqî bişopînin.”

Roja 12ê Hezîrana 2022ê li Beşa Mehrê ya Şaredariya navçeya Esenyurt a Stenobêlê merasîma mehrê ya welatiyê bi navê Mesut Karçik hat kirin.

Li gor zanyariyan hêzên ewlekariya Tirkiye duh 14ê Hezîrana 2022ê bi hinceta ku kesên beşdar di merasîmê de puşiyên bi rengê kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine Zava Mesud Karçik û bavê wî Tahsîn Karçik jî di nav de 10 kes gazî îfadeyê kirine.  

Hat ragihandin zava jî di nav de 9 kesên ku bo îfadeyê hatibûn gazî kirin, bêyî ku îfadeya wan bê wergirtin bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin şandin.

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyemekê nerazîbûn nîşan daye û tekez kiriye ku ew dê bûyerê ji nêzîk ve bişopînin.

Şaxa Stenbolê ya  Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD)di wê peyama xwe de dibêje: “Di daweteke li navçeya Esenyurtê de zava û 9 mêhvanên dawetê yên ku  puşiyên bi rengên kesk û sor zer girêdabûn û stranên Kurdî gotibûn, li Navenda Ewlekariyê ya Esenyurtê ku bo îfadeyê hatibûn gazî kirin, hatine destserkirin û bêyî ku ji aliyê dozger ve îfadeya wan bê wergirtin li ser dosyeyê daxwaza girtina wan hatiye kirin. Ew tawanên ku bo muwekîlên me tên arastekirin jî girêdana puşiyên bi rengên kesk û sor û zer û gotina stranên Kurdî ye. Guhdarkirina stranên Kurdî û girêdana puşiyên bi rengên kesk û sor û zer ne tawan e. Em vê tawanbarkirina ku ti peywendiyeke wê bi hiqûqê ve nîne qebûl nakin. Em bang li aliyên darazê û hiqûqê dikin ku li gor yasayê tevbigerin. Em dê  weke Komelaya Hiqûqnasên Azad proseye hiqûqî ji nêzîk ve bişopînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst