Kiliçdaroglu peyam da: Ez li vir im, heta dawiyê dê têbikoşim

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPê û Berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê yê Hevpeymaniya Millet, Kemal Kiliçdaroglu di peyameke kurt a vîdyoyî de ragihand, ew dê heta dawiyê di têkoşînê de berdewam be.

Piştî ku Desteya Bilind a Hilbiajrtinan a Tirkiyê ragihand, ku hemû sindoqên dengdanê hatine vekirin û hemû deng hatine hejmartin û li gor encaman, hilbijartina serokkomariyê diçe gera duyem, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu peyamek belav kir.

Kelam Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke kurt a vîdyoyî belav kir û têde ragihandiye, ku ew dê heta dawiyê di têkoşînê de berdewam be.

Di vê peyama kurt de ku ji 10 saniyeyan pêk tê, Kemal Kiliçdaroglu hinekî bi hêrs diaxive, destê xwe li ser maseyê dide û çend caran li ser hev dibêje, “ez li vir im, ez li vir im”, paşê destê xwe datîne ser dilê xwe û dibêje, “hûn jî li vir in.”

Kiliçdaroglu di peyama xwe de wiha dibêje: “Ez li vir im, ez li vir im, hûn jî li vir in, wilehî bilehî heta dawiyê ezê têbikoşim. Ez li vir im.”

 

Li gor Desteya Bilind a Hilbiajrtinan a Tirkiyê, di hilbijartina serokkomariyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.5ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89ê dengan, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistine.

Bi vî awayî ti yek ji berbijêran nekarîne piraniya dengan (%50+1) misoger bikin û hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû, ku dê di 28ê Gulanê de (13 rojên din) di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu  de bê lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst