YSK: Hilbijartinên serokkomariyê bi awayekî fermî ji gera duyem re ma

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Hilbijartinên Tirkiyê YSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, berbijêran nikaribûn di hilbijartina serokkomariyê de dengên pêwîst werbigirin û biryar hat dayîn ku di roja Yekşemê 28ê Gulanê de gera duyem a hilbijartinê bê kirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener derbarê rêjeyên sindoqên vebûne yên Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28em de daxuyanî da.

Ahmet Yener da zanîn ku sindoqên li nav Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 100 hatin vekirin û rêjeya beşdariyê ji sedî 88,92, ya li dervayê Tirkiyê jî ji sedî 52,69 e.

Yener got: “Li gor encamên berwext ên ne teqez Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,51, Birêz Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,88, Birêz Sînan Ogan ji sedî 5,17 û Birêz Muharrem Înce jî ji sedî 0,44 dengan wergirtin. Ji saet 15.15yan pê vr 35 hezar û 874 dengên ku li ser pergalê tên qeydkirin tevahî bidin Birêz Recep Tayyîp Erdogan jî rêjeya dengên wî dibe ji sedî 49,54, eger ev deng li ser hesabê Birêz Kemal Kiliçdaroglu bên hesibandin dengên wî jî dibe ji sedî 44,85. Bi vî awayî li gor madeya 4emîn a qanûna ku hejmara wê 6271 e, tê dîtin ku tu berbijêrek jî têra xwe deng hilnedaye ku bê hilbijartin.”

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener herwiha got ku li gor salnameya hilbijartinê ya ku berê hatibû eşkerekirin biryar hat dayîn ku ji bo Hilbijartina Serokomariyê tûra duyem 28ê Gulanê roja Yekşemê were kirin.

Yener anî ziman ku encamên teqez wê di 19ê Gulanê da bên eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst