Meral Akşener: Em heta sibê li vir in, em bi ser dikevin

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener têkildarî encamên hilbijartinan axivî û got: “Em heta sibê li vir in! Xemê nexwin, her tişt zelal e! Em bi ser dikevin.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener têkildarî encamên hilbijartinan li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da.

Li ser hesabê xwe yê twiterê Meral Akşener dibêje: “Dîsa em di şevek hilbijartinê de ne hewl didin encaman berevajî bikin. Lê em naxapin, ji ber ku me berê jî ev fîlm dîtiye. Em dê li dûv her dengê ku miletê me dayê me bin! Em heta sibê li vir in! Xemê nexwin; her tişt zelal e! Em bi ser dikevin.”

Akşener pêştir jî gotibû rewşa wan baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst