Demirtaş careke din bang li welatiyan kir

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş careke din bang li xelkê û dengderan kir û ji wan xwest xwedî li sindoqan derkevin.

Îro Yekşemê 14ê Gulana 2023an li Tirkiyê ji demjimêr 8:00ê sibehê ve dengdana bo hilbijartina Serokkomar û Parlamentoya Tirkiyê destpê kir û di serê saet 17:00an de sindoq hatin girtin û dengdan bi dawî hat. Piştî bidawîbûna dengdanê, li navendên dengdanê yekser cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

Hêj encamên fermî yên hilbijartinan nehatine ragihandin, lê li gor encamên destpêkê, ji bo hilbijartina serokkomariyê Erdogan li pêş e.

Her li gor encamên destpêkê, Hevpeymaniya Cumhur jî heta niha li pêş e û piraniya dengan bidest xistiye.

Têkildarî encamên hilbijartinan, aliyên opozisyonê nîgeran in, lewra jî heta niha çendîn daxuyanî dane û amarên ku ajansa fermî ya dewletê Ajansa Anadolu belav kirine, rexne kirine.

Siyasetvanê Kurd û Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş jî li ser twîtterê peyamek belav kiriye û têde daxwaz ji welatiyan kiriye, sindoqên dengdanê biparêzin.

Demirtaş got: “Eger eşkerekirina encaman bi rojan bidome jî sindoqan û saziyên hilbijartinê terk nekin. Muxalefet teqez li pêş e û di gera yekem de qediya, dê biqede. Dengên xwe biparêzin, bila hemû Tirkiye biserkeve.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst