Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Ji bo hilbijartinan 601 hezar karmendên ewlehiyê li ser kar in

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Stenbolê beşdarî proseya dengdanê bo hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê bû û piştî deng da got, 601 hezar karmendên hêzên emnî hatine erkdarkirin û li ser kar in.

Berbijêrê AK Partiyê yê Stenbolê Suleyman Soylu, li navendeke dengdanê ligel hevjîna xwe deng dan û piştre di civîneke çapemeniyê de ji rojnamevanan re axifî. Soylu got, “Me plana emnî bo sê qonaxan daniye. Qonaxa yekem serkeftî derbas bû ku qonaxa berî hilbijartinê bû, îro jî qonaxa duyem e ku plana roja hilbijartinê ye û qonaxa sêyem jî plana piştî hilbijartinê ye.”

Soylu da zanîn ku di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de li seranserê Tirkiyê 280 bûyerên taybet bi hilbijartinê çêbûne û got: “Ev di demekê de ye berî hilbijartinên 2018an li tevahiya Tirkiyê 311 hebûn. Ev jî li gor hilbijartina berê, bûyer kêmtir bûne.”

Soylu dibêje, “Ezmûneke baş a Tirkiyê di dîroka hilbijartinan de heye û di wê çarçoveyê de herdem plana emnî ya parastina asayîşa hilbijartinan serkeftî birêve çûye. Ligel Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê berdewam di hevahengiyê de ne û me li gor rênmayiyan planên xwe danîne.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê herwiha got, “Îro 601 hezar karmendên polîs, asayîş, cendirme û gundparêz li ser kar in û erkê wan jî parastina navendên dengdanê ye; hevdem 79 helîkopter û 8 firoke jî hatine erkdarkirin û li ser kar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst