Erdogan: Em di 20ê Nîsanê de gaza Derya Spî derdixin

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Gaza Xwezayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê di 20 Nîsana îsal de dest bi derxistina gaza xwezayî ya li Deryaya Reş bikin û got, “Niha hemû plan û hesabên me li gor vê yekê ne.”

Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayîp Erdogan roja Înê 14ê Nîsana 2023an piştî nimêja Înê li Mizgefta Hezretî Elî ya li Stenbolê derbarê mijarên di rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan li ser pirseke derbarê gaza xwezayî ya li Deryaya Reş got, “Eger bibe nesîb em 20ê Nîsanê dest bi derxistina gaza xwe ya xwezayî dikin.”

Serokkomarê Tirkiyê got, “Niha hemû hesab û planên me li gor vê yekê ne. Piştî wê jî em dê vê gaze ligel ew gaza xwezayî ya di destê me de entegre bikin û pêngavên xwe biavêjin.”

Serokkomarê Tirkiyê 21ê Tebaxa 2020an de ragihandibû ku wan yedeka herî mezin a gaza xwezayî ya  dîroka Tirkiyê li Deryaya Reş vedîtiye.

Li gor berpirsên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirkiyê despêkê li 2 hezar 100 metre kûrahiyên Deryaya Reş 320 milyar metresêca û piştre jî bi vedîtinên nû 710 milyar metresêca gaz li heman deryayê hatiye vedîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst