Stenbol (Rûdaw) – Îro li Stenbolê bi beşdariya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Civîna Şaredaran a Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dest pê kir.
Civîna Şaredaran a Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve li Feshaneya Stenbolê tê lidarxistin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî wekî mêvan beşdarî civînê bû.
Ji welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê gelek şaredar û birêvebirên herêmî beşdarî civînê bûn.
Civîn bi axaftina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu dest pê kir.
Civîn dê 2 rojan berdewam bike û di rûniştinên ku dê li ser gelek mijaran werin kirin de dê li ser hevkarî û aştiyê nîqaş werin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse