Li Îzmîr û Mêrsînê 55 koçber hatin desteserkirin

13-03-2021
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Mêrsîn Tirkiye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu bajarên Îzmîr û Mêrsînê yên Tirkiyê 55 koçber yên ku dixwestin bi rêyên qeçax derbasî welatên Ewropayê bibin hatin desteserkirin

Li peravên bajarokê Karaburunê yê Îzmîrê, di nav belemeke lastîkî de 34 koçber ji aliyê hêzên Ewlekariya Peravan ve hatin desteserkirin. Li gor agahiyên hatine belavkirin, 11ê Adarê li peravên Karaburunê belemeke ku 34 koçber têde bûn, ji ber rewşa xirab a keş û hewayê ji derb dikeve.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, hêzên Ewlekariya Peravan diçin cihê bûyerê û 34 koçberan ji nav deryayê derdixin. Hat ragihandin ku piştî kar û barên yasayî her 34 koçber bo Îdareya Koçê ya Bajêr hatine radestkirin.

Li aliyê din li peravên bajarokê Anamurê yê Mêrsînê jî 21 koçber hatin desteserkirin. Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Ewlekariya Peravan ve hatiye belavkirin, li ser zanyariyên ku li peravên Anamurê hinek koçber di nav belemekê de ne, hêzên ser bi fermandariyê dikevin tevgerê û 21 koçberan desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst