Dêya xwe kuştibû: ‘Min cina di nava wê de derdixist’

12-12-2023
Nîşan Îzmîr Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bornovaya Îzmîrê ya Tirkiyeyê, Bariş Ç. dêya xwe Fazîle Çavdara 43 salî bi sehpa û kêrê kuşt.

Gumanbarê ku hat desteserkirin di îfadeya xwe de got, “Min cina di nava wê de bi sehpayê derdixist.”

Li gorî îdiayan, di navbera Bariş Ç. (20) û dêya wî Fazîle Çavdarê de ji ber hinek sedemên nediyar nîqaş derket.

Bariş Ç. bi gurbûna nîqaşê re sehpa li serê dêya xwe da û ew bi kêrê kuşt.

Barış Ç. piştî ku dêya xwe kuşt çû cihê kar ê bavê xwe jê re behsa bûyerê kir.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Fazîle Ç. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

“Min cin derdixist”

Bariş Ç. hat desteserkirin û di îfadeya xwe de got, “Min cina ku di nava dêya min de de bû bi sehpayê derdixist.”

Hat îdiakirin ku gumanbar, madeyên hişbir bi kar tîne û pirsgirêkên wî yên derûnî hene.

Herwiha ew 6 meh berê jî ji ber ku agir bi malê xistiye hatiye desteserkirin û piştî îfadeyê hatiye berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst