Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê şîr û goşt %30-35 zêde dibe

12-09-2022
RÛDAW
Nîşan Şîr û Goşt Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê berhemên şîr û goşt zêde bibe. Serokê Komeleya Berhemhênerên Şîr, Goşt û Xwedîkirina Dewaran (TUSEDAD) Sencer Solakoglu ragihand ku ji ber giranbûna lêçûna berhemanînê dê di mehên Cotmeh û Mijdarê de nirxê goşt û berhemên şîr %30-35 û dibe zêdetir jî bibe.

Sencer Solakoglu her wiha dibêje, ji ber vê yekê her diçe hejmara kesên êdî naxwazin vî karî bikin zêde dibe. Li gor Solakoglu, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kîloya goştê bi hestî 90 lîre ye û eger %30-35 bê zêdekirin dê bigihe 120 lîreyan.

Sencer Solakoglu dibêje, ji ber kesên ajelan hawirde dikin dizanin dê rewş wiha lê were ajelan dikirin û di nav meh û nîvekê de wê nirxê goşt û berhemên şîr zêde bibe.

Di nav meha dawî de nirxê êmê ajelan %10 giran bûye, nirxê kîloya êm gehiştiye 7,60 lîreyan. Lêçûya berhemhêner ne tenê êm e, mazot, elektirîk, derman û heqdestê karkeran hemû giran bûne. Solakoglu dibêje, xelk feqîr bûye û ji ber wê yekê êdî hêza wan a bikarin her tiştî bikirin nemaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst