12 qeymeqamên qeyûm ji bo cihên cuda hatin erkdarkirin

12-08-2022
RÛDAW
Nîşan Qeyûm Bakurê Kurdistanê Erkdarkirin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryarnameya erkdarkirinê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê cihên erkên 422 berpirsên rêveberiyan hatin guhertin. Rêveberên polîsan ên 2 parêzgehan bo navendê hatin gazîkirin, ji bo 11 parêzgehan jî rêveberên polîsan hatin erkdarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî li Stenbolê 12 qeymeqam, li Enqerê 4 û li Îzmirê jî cihên 10 qeymeqaman hatin guhertin û 12 qeymeqamên qeyûm di cihên cuda de hatin wezîfedarkirin û li şûna wan, qeymeqamên nû hatin wezîfedarkirin.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo bajar û navçeyan qeymeqam hatin erkdarkirin û cîgirên parêzgar, qeymeqam û bi taybetî yên ku weke qeyûm hatibûn wezîfedarkirin, ji bo erkên bilind hatin tayînkirin.

Piştî biryarê ji bo navçeyên ku vala man wekîlê qeymeqaman, ji bo her 922 navçeyan jî qeymeqam hatin erkdarkirin.

Rêveberê Ewlehiyê ya parêzgeha Amedê Huseyîn Aşkin wek Sermufetîşê Polîsan, Rêveberê Ewlehiyê ya Sakaryayê Fatîh Kaya wek Rêveberê Ewlehiyê ya Parêzgeha Amedê, Rêveberê Ewlehiyê ya Antalyayê Mehmet Murat Ulucan wek Rêveberê Ewlehiyê ya Rihayê, Rêveberê Ewlehiyê ya Rihayê Selçuk Doguş wek Rêveberê Ewlehiyê ya Sakaryayê, Sermufetîşê Polîsan Hakan Yildirimoglu yê ku bi wekalet Rêveberiya Ewlehiyê ya Sêrtê dikir jî wek Rêveberê Ewlehiyê ya Sêrtê hat erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst