Xwendekarê zanîngehê li şevîmanê bi çekê hat kuştin

12-03-2024
RÛDAW
Nîşan Kilîs Xwendekar Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê xwendekarekî zanîngehê li şevîmanê bi çekê hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, li şevîmana zanîngehê ya Kilîsê xwendekarê bi navê B.Y. yê 19 salî gule berî hevalê xwe yê heman odeyê yê bi navê Mehmet Yasîn Ariyê 21 salî da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di lêkolîna tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin Mehmet Yasîn Ari canê xwe ji dest daye.

B.Y. yê 19 salî yê ku gule berî Mehmet Yasîn Ari dabû hate desteserkirin.

Hat zanîn ku Mehmet Yasîn Ari li Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Kilîsê xwendekar bû.

Li ser kuştina Mehmet Yasîn Ari ji aliyê polîsan ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst