RAPIRSÎ - Rêjeya dengên ​Kiliçdaroglu %55.6 û Erdogan %44.4 e

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rapirsî HDP CHP AKP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê Aksoy encama rapirsiya xwe ya herî dawî derbarê hilbijartina 14ê Gulanê de belav kir. Li gorî vê rapirsiyê di navbera berbijêrê Hevpeymana Cumhur Recep Tayyip Erdogan û berbijêrê Hevpeymana Millet Kemal Kiliçdaroglu de 11,2 puan ferq heye.

Piştî ku 10ê Adarê dîroka hilbijartinê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve hat eşkere kirin bal hemû çûn ser anlketên derbarê hilbijartinê de tên kirin.

Kompanyaya Lêkolînan ya Aksoy encama rapirsiya xwe ya bi navê Monîtora Tirkiyê sala 2023ê, ku 8ê Adarê despêkirî û bi hezar û 537 kesî re li 26 parêzgehan encamdayî eşere kir.

Li gor vê rapirsiyê dengên partiyan bi vî awayî ne:

AKP: %31

CHP: % 28.4

İYİ Parti: %12

HDP: %10.3

MHP: % 7.2

Partiya DEVA: % 1.4

Partiya Karkerên Tirkiyê: % 1.1

Partiya Pêşerojê: % 0.9

Di vê rapirsiyê de bo hilbijartinên Serokkomariyê ku heta niha dû nav wek berbijêr diyarin jî rapirsî hatiye kirin û ferqa dinavbera her dû bebijêran de jî bi vî awayî ye:

Kemal KIliçdaroglu: %55.6

Recep Tayyip Erdogan: %44.4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst