Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên ku dest datînin ser îradeya gel eslê wan ne diyar e

11-11-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Recep Tayyîp Erdogan Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got, “Kesên ku dest datînin ser îradeya gel eslê wan ne diyar e.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan doh piştî civîna kabîneyê derbarê tayînkirina qeyûman axivî û ji bo şaredarên DEM Partiyê gotibû, “Kes nizanin ew kî ne, ew ne serokên hilbijartî ne ew kesên rêxistinê ne.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiv da gotinên Erdogan û got:

“Li şaredariyên me ti carî ‘kesên ku kes nizane bê kî ne’ nebûn û dê nebin jî lê belê kesên eslê wan ne diyar e, ev sê car in li ser hev, dest datînin ser îradeya gel.

Ev gotinên ji bo kesekî ku 50 salên xwe di siyaseta demokratîk de derbas kirine cihê şermê ne.

Tohmetên hatine kirin ji lawazî û bêçaretiyê ne.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê kirin ku di destê DEM Partiyê de bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst