Buldan bo Akşener: Sivikatiya bi Kurdan û HDPê ji xwe re kiriye erk

11-11-2022
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan Meral Akşener HDP Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan rexneyên tund derbarê axaftinên Seroka ÎYÎ Partiyê girtin û got: “Ew seroka jin a di nav wê maseya 6 qolî de, rojane sivkatîkirina Kurdan û HDPê ji xwe re kiriye erk. Daxuyaniyên dawî yên vê seroka jin a di nav maseya 6 qolî de careke din bi eşkere dijminahiya li beramber Kurdan nîşanî me da.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro 11ê Mijdara 2022ê serdana bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê kir û di çarçoveya bernameya xwe “Civîna Bi Gel” re serdana esnaf û dikandarên wê parêzgehê kir.

Piştî serdana esnaf û dikandaran Pervîn Buldan ber deriyê avahiya rêxistina Erdexanê ya partiya xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Buldan ragihand ku desthilat hewil dide guvaşê li HDPê bike û got: “Armanca wê (desthilat) ew e ku HDPê krîmînalîze bike û ji qada siyasetê dûr bixe. Lê li her cihekê em diçinê, em dibînin ku gelê bi biryardarî û bi wêrekî jidilbûna xwe û pêdagiriya xwe nîşan dide.

Pervîn Buldan doza girtinê ya li dijî partiya xwe weke dozeke kumpasê bi nav kir û got: “Ji ber ku ji me û siyaseta me ditirsin doza girtinê li dijî HDPê vekirin. Doza Kobanî doza kumpasê ye. Ew kesên ku serdemekê li Tirkiyê siyaset dikirin û aktîvîstên  girîng ên ku siyaseta Tirkiyê diyar dikirin, niha ji wê doze tên darizandin. Ev jî nîşan dide ku Hevpeymaniya AKP-MHPê çiqas ji HDPê û nerîta HDPê ditirsin.”

Hevseroka HDPê derbarê maseya 6 partiyên opozîsyonê de jî axivî û bi taybet rexne li Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener girtin  û got: “Ew seroka jin a di nav wê maseya 6 qolî de, rojane sivkatîkirina Kurdan û HDPê ji xwe re kiriye erk. Serokek jin a wiha heye ku tenê tovê kîn û nefretê belav dike. Û daxuyaniyên  vê seroka jin y di nav maseya 6 qolî de  ku di civîna dawî ya firaskiyona partiya xwe de dabûn, careke din bi eşkere dijminahiya li beramber Kurdan nîşanî me da.”

Pervîn Buldan di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku HDP têkoşîna demokrasî, mafê mirov û dadmendiyê dide lê desthilat jî welat dike dijberê hev.

Seroka ÎYÎ Partiyê 9ê Mijdara 2022ê di civîna Firaksiyona Partiya xwe de rexneyên tûnd li serdana AKPê ya bi armanca guherîna destûrê ya bo HDPê girtibûn û gotibû: “Parlamenterên AK Partiyê ligel HDPê ku wê û PKKê yek dibînin  li ser heman maseyê rûniştin û şerm nekirin. Tişta balkêş parlamenterên HDPê jî, ji rûniştina li ser  heman maseya  ligel AK Partiyê ku hevserokên wan ên giştî girtiye, qeyum li ser şaredariyên wan daniye û ji ber vê yekê bi şev û roj rexneyan lê dike, misqalekê şerm nekirin. Hûn dibînin. Ka li çarenivîsê binêrin. Kî û kî hatine cem hev.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst