TUIKê rêjeya bêkariyê ya meha Tîrmehê ragihand

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Tîrmehê hejmara kesên bêkar 38 hezar kes kêm bû û dakete 3 milyon û 291 hezar kesan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), amarên bêkariyê yên meha Tîrmehê belav kir.

Li gorî amarên TUIKê, hejmara kesên bêkar di meha Tîrmehê de li gorî meha Hezîranê 38 hezar kes kêm bû û dakete 3 milyon û 291 hezar kesan.

Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,2 kêm bû û meha Tîrmehê bû ji sedî 9,4.

Di nav ciwanan de rêjeya bêkariyê kêm bû. Rêjeya bêkariyê ya kesên di navbera 15 û 24 salî de li gorî meha Hezîranê di meha Tîrmehê de ji sedî 0,3 kêm bû û bû ji sedî 18.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Tîrmehê de 318 hezar kesan derfetên kar peyda kirine û bi tevahî ji bo 31 milyon û 671 hezar kesan derfetên kar hatiye dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst