Omer Ocalan: Li şûna ‘torosên spî’ zirxpoşan cih girtiye

11-09-2021
RÛDAW
Nîşan Mîhraç Mîroglu Hezex Şirnex Omer Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan derbarê Mîhraç Mîroglu ku di encama lêdana wesayeteke zirxpoş a hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de  canê xwe ji dest dabû, ragihand ku “polîtîkaya bêcezakirinê dibin sedema ku bûyerên bi rengî berdewam bin. Omer Ocalan herwiha got ku di salên 1990î de “torosên spî” ku bibû sembola kuştinên kiryar nediyar, wesayîtên zirxpoş li şûna wan cih girtiye.

Li Taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexê 3ê Îlonê, wesayîteke zirxpoş a hêzên ewlekariyê li zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu da û piştre canê xwe ji dest da. Polîsê ku bû sedema mirina Mîhraç Mîroglu, piştî wergirtina îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan.

Parlamenterê HDPê Rihayê Omer Ocalan derbarê Mîhraç Mîroglu zarokê li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ku wesayîteke zirxpoş a hêzên emnî bû sedema can ji dest dana wî, j ibo lêkolînê bê kirin pêşniyazname da Parlamentoya Tirkiyê.

Omer Ocalan dibêje: “Li gorî agahiyên ku ji medyaya û raya giştî re hatine wergirtin diyar dibe ku di navbera 2008-2021 de, 94 bûyeran ku  yek ji wan ji aliyê Tîmên Polîsên Motorsîkletê û 93 ji wan jî di encama qezayên wesayîtên zirxpoş û guleyên ji wesayîtên ve hatine berdan  rû daye. 92 ji wan bûyerab li parêzgehên ku Kurd lê dijîn, 2 ji wan li bajarên Tirkiyê bûne. Di van bûyeran de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan û 140 kes jî birîndar bûn.”

Ocalan tekez dike ku kuştin û birîndarbûnên ji ber lêdana wesayîtên zirxpoş her berdwam û dibêje ku sedema wan jî ew e ku ku sazî û kesên ku ji bikaranîna wesayîtên zirxpoş berpirsiyar in, tedbîrên pêwîst nagirin û rûbirûyê cezayên pêwîst nabin, ew têne parastin.

Parlamenterê HDPê Rihayê amaje bi wê yekê dike ku di dema mijar dibe êriş û kuştina li dijî Kurdan deshilatdariya Tirkiyê xwe di mijarê nedîtî û nebihîstî dike û dibêje: “Di salên 1990î de Torosên Spî ku bibû sembola kuştinên kiryar nediyar, bi hikûmeta AKP-MHPê re, bi wesayetên zirxpoş cihê wan girtiye û dibe sedema mirinan.”

Ocalan bibîrxist ku baroya Amedê jî di nav de 14 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê mirina Mîhraç Mîroglu yê 7 salî de daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin ku “divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebin mirinên ji rêzê. Di encama mirinên ji ber lêxistina wesayîtên zîrxî lêpirsinên bê bandor û bê dadmend ji bo bûyerên bi vî rengî vexwendname derdixe.”

Derbarê raporên piştî bûyerê têne amadekirin de jî Ocalan dibêje: “Raporên qezayên trafîkê yên ji aliyê hevkaran wan ve di dema qezayê de hatine amadekirin bi vî rengî têne amadekirin ku polîs neyên cezakirin. Serbestberdana efserê polîs û ajokarê wesayîta zirxpoş, ku sedema mirina Mihrac Miroglu destnîşan dike ku polîtîkaya bêcezakirinê berdewam dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst